Li Besreyê 11 welatiyên biyanî hatine girtin

ev cara duyeme li besreyê operasiyoneke wisa tê lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatine girtin.

Îstîxbarata Îraqê ragihandiye ku, îro şemî hêzên wan li bajarê Besreyê bi taybetî li peravên bendera Besreyê, karîne di operasiyonekê de 11 welatiyên biyanî binçav bikin.

Li gor îstîxbarata Îraqê ev 11 kesên han xwestine bi rêyên derqanûnî derbasî Îraqê bibin.

Her çend ti zaniyariyek derbarê nasnameya wan kesan de nehatiye belavkirin, lê hatiye gotin ku, ev operasiyon di çarçoveya rûbirû bûna qaçaxçîtî û bazirganî kirin bi mirovan ve, hatiye lidarxistin.

ev cara duyeme li Besreyê operasiyoneke wisa tê lidarxistin û heta niha zêdetir ji 30 kesan jî hatine girtin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.