Rûsye: Em dest bi amadekarî kiriye

Sûriye hîn jî daxwaza vekêşîna hêzên Tirkî li vê welatî dike.
کوردستان TV
100%

Nexşe rêyek bo normal kirina têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê amade dikin.

Piştî civîna herî dawî ya çar alî ya di navbera wezîrên derve yên Îran, Rûsiye, Tirkiye û Sûriyeyê de, tê payîn ku, civînên din yên çar alî bidomin.

Di civîna dawî ya çar alî de tekez li ser amade kirina nexşe rêyek bo normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê hatibû kirin û di vê derbarê de îro Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê Mihail Bogdanov ragihand ku, îro bi fermi dest bi karûbarên taybet bi amade kirina nexşe rêya han hatiye kirin.

Weke tê zanîn beriya niha Sûriye çend caran eşkere kiribû ku, heta Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê venekêşe, têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal nake.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.