Êrîş li Nîciryayê pêk hatiye û kuştî hene.
Li gor çapemeniya cîhanî îro li eyaleta Anambra ya li Başûrê Rojhilatê Nîciryayê êrîşî ser karwaneke hêzên Amerîkî ku, dîplomatên Amerîkî jî li gel wan bûne hatiye kirin.
Li gor zaniyariyên destpêkê di encama êrîşa han de herî kêm 4 karmendên balyozxaneya Amerîkayê hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne.
Rêveberê polîsê eyaleta Anambra ev nûçeya han piştrast kiriye û ragihandiye ku, niha ev devera han di nava dorpêçên polîs û hêzên ewlekarî deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin