Îraq: Hilbijartinên Tirkiyeyê bandorê li ser me dikin

dibêje guhertina desthilatê li Tirkiyeyê bo Îraqê baş dibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îraq daxwaza vekêşîna hêzên Tirkiyeyê dike.

Rayedarekî mezin yê çarçoveya hemahengî ya hikûmeta Îraqê bi navê Cenar Ode ragihandiye ku, bandorê hilbijartinên Tirkiyeyê li ser Îraqê heye û Îraq dixwaze têkiliyên xwe li gel Enqere û cîranên din aştiyane û bihêz bin.

Cebar Ode eşkere kiriye ku, di dema desthiladariya Erdogan de, Tirkiye hêzên xwe heta kûrahiya 200km şandiye nava axa Îraqê ev jî binpê kirina serwerî û mafên Îraqê ye lewre lazime Tirkiye hêzên xwe vekêşe.

Ode behsa vê yekê kiriye ku, rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê jî wisa kiriye ku, niha xelkê vê welatî jî gehêştiye vê astê ku, biryar bide piştî 20 salan Serokê xwe biguhere û guhertina desthilatê li Tirkiyeyê vê bandoreke baş li ser Îraqê bike jiber ku, Îraq dixwaze bi awayeke dadmend fêde ji avê bistîne, têkiliyên abûrî û bazirganî li gel Tirkiyeyê bihêz bike û hêzên Tirkî di nava axa Îraqê de nemînin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.