Di nava 5 rojan de nêzî 1500 mûşek bo Îsraîlê hatine avêtin

herî kêm 6 Fermandarên komên çekdar hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê komên çekdar yên Felestînî ve hatine avêtin.

Li gor çapemeniya Rojhilata Navîn, di nava 5 rojên aloziyên navbera Îsraîl û komên çekdar yên Felestînê de gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan çê bûne.

Çapemeniya Rojhilata Navîn diyar kiriye ku, di nava wan 5 rojan de komên çekdar hezar û 469 mûşek ber bi navçeyên curbicur yên Îsraîlê ve hatine avêtin.

Li hember de jî Îsraîl bi mûşek û balefiran êrîşî ser 422 xalên komên çekdar yên li Xezeyê kirine.

Weke tê zanîn di nava wan 5 rojên şer û pevçûnan de herî kêm 6 Fermandarên komên çekdar hatibûn kuştin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.