Kargeha petrokîmiya ya Nebrasê tê vekirin

dahata vê kargehê 1.4 miliyar dolar dibe.
کوردستان TV
100%

Beriya 8 salan diba hatiba vekirin.

Kargeha petrokîmiya ya Nebrasê ya li bajarê Besreyê yaku, biryar bû beriya 8 salan were vekirin lê jiber kêşeyên îdarî nehatibû vekirin, di demeke nêz de tê vekirin.

Ev kargeha han yaku, têçûya vê 8 miliyar û 500 miliyon dolare, mezintirîn kargeha petrokîmiya ya Îraqê ye.

Birêveberê giştî yê vê kargehê Husên Mihemed Elî ji rojnameya Sebah ya Îraqî re ragihandiye ku, karîne vê kargehê berhem anîna 1 miliyon û 820 hezar ton berhemên petrokîmiyane û tê payîn salane qazanca vê kargehê bo Îraqê 1.4 miliyar dolare be.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.