Bo rûbirû bûna Îranê ev gava han avêtiye.
Koşka Spî daxuyaniyek derbarê çalakiyên hêzên deryayî yên Îranê li kedav û derdorê belav kiriye û ragihandiye ku, di wan demên dawî de çalakiyên Îranê yên êrîş kirine ser keştiyan li kendav û derdorê zêde bûne û ev jî bûye sedema çê bûna fikaran lewre Amerîka bo rûbirû bûna Îran û pêşî girtin ji wan çalakiyên Îranê gaveke nû avêtiye.
Di daxuyaniya koşka spî de hatiye diyarkirin ku, Amerîka hêzên xwe yên li kendav û derdorê zêde kiriye.
Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, wezareta berevanî ya Amerîkayê rêkarên pêwîst yên bû berevanî kirin ji Amerîkayê li deverê de stendiye û rê nade Îran ewlekariya deverê têk bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin