Dibêjin lazime kêşeyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin.
Di çarçoveya merasîma vekirina mûzexaneya nîştimanî ya Barzanî ya li devera Barzanê de, her yek ji Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî û Serokê tevgera hikûmeta Emar Elhekîm gotarek pêşkêş kirin.
Di destpêkê de Serokkomarê Îraqê Letîf Reşd gotara xwe pêşkêş kir û rixmî diyar kirina rêzdariya xwe ya bo xebat û qurbanîdana Barzaniyê Nemir, belkêşande ser rewşa niha ya Îraqê û ragihand ku, niha li Îraqê bi sêya siyasetên lihev gehêştin û jihev fêm kirinê rewş û hawîrdoreke baş derketiye û dikarin bi diyalogê kêşeyên heyî çareser bikin û lazime tevahiya kêşeyên heyî bi diyalogê werin çareserkirin.
Her di vê merasîmê de Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rola Barzaniyê Nemir û Serok Barzanî di xebat û şoreşan de bo demokratîze kirina Îraqê û rêzdariya xwe ya li hember rola wan diyar kir.
Sûdanî herwiha balkêşande ser vê yekê ku, gelê Kurdistanê ji kevinve heta îro gelek qurbanî daye û rastî gelek karesatan hatiye lewre lazime ev herêm were avedankirin û xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyan were kirin.
Sûdanî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya Serok Barzanî û rola vê ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî û pêşde birina prosesa siyasiya Îraqê kir û got: Niha rewşeke baş heye Bexda û Hewlêr li ser gelek mijaran lihev kirine û dikarin tevahiya kêşeyên heyî bi diyalogê çareser bikin.
Sûdanî anî ziman ku, li gel hikûmeta herêma Kurdistanê pêkeve guhertinên gelek mezin û erênî dikin û kar bo vê yekê dikin ku, zêdetir xizmeta xelkê bikin.
Her di heman merasîmê de Serokê tevgera Hikme ya Îraqê Emar Hekîm jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser roka Barzaniyê nemir di nava prosesa siyasiya Îraqê û Barzaniyê Nemir bi yek ji Serkirdeyên girîng û dîrokî yê deverê, Îraq û Kurdistanê wesif kir û ragihand ku, pêwîst wane ji kirdar û ezmûna Nemir Mele Mistefa Barzanî werbigirin û hewl bo zêdetir bihêz kirina çanda lihev kirina siyasî û bihevre jiyana aştiyane bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin