Di mehekê de 12 kesan canê xwe ji dest daye

5 kes jî jiber xendiqînê canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Li Parêzgeha Silêmanî jiber bûyerên hatûçûyê canê xwe ji dest dane.

Birêveberatiya nûjdariya dadî ya Silêmanî ragihand ku, di meha Nîsanê de bi giştî 57 haletên mirin û can ji dest danê li cem wan hatine tomarkirin.

Li gor daxuyaniya han 12 ji wan haletên tomarkirî ji ber bûyerên hatûçûyê bûne û 4 halet jî jiber şewatê û 3 halet jî jiber ketinê hatine tomarkirin.

Herwiha 5 kes jiber xendiqînê, 1 kes jiber pêvedana dûpişk, 3 kes jiber elektirîkê û 17 kesên din jî jiber sedemên cuda cuda canê xwe ji dest dane û 41 ji wan jî zilam û 16ê din jî jin bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.