Dibêje dorpêçên me li ser Sûriyeyê berdewam dibin.
Piştî biryara Komkara Erebî ya li dor vegera Sûriyeyê bo nava Komkarê, Koşka Spî ya Amerîkayê jî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye diyarkirin ku, Amerîka bi ti awayî têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal nake û hana ti aliyekê jî nade ku, têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal bike û siyaseta Amerîkayê ya li hember Sûriyeyê nehatiye guhertin û nayê guhertin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, heta rejîma Sûriyeyê ev siyaset û rêbazên han bikar bîne, vê dorpêç û cezayên Amerîkayê jî yên li dijî rejîma Sûriyeyê berdewam bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin