Îran: Em dikarin artêşa Sûriyeyê nûjen bikin

Serokkomarê Îranî jî soza hevkarî kirina Sûriyeyê dabû.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Îranê li gel hevpîşeyên xwe yê Sûrî soza hevkarî daye Sûriyeyê.

Wezîrê berevanî yê Îranê Mihemed Reza Aştiyanî ku, li gel Serokkomarê Îranê çûbû Sûriyeyê, di civînekê de li gel wezîrê berevanî yê Sûriyeyê soza hevkariyê daye Sûriyeyê.

Mihemed Reza Aştiyanî eşkere kiriye ku, Îran dikare artêşa Sûriyeyê di demeke kêm de nûjen bike û çekên pêşkeftî û herwiha sîstemên pêşkeftî yên berevanî bide artêşa Sûriyeyê.

Ev di demekê deye ku, hefteya derbasbûyî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî soza hevkarî kirina Sûriyeyê dabû û Amerîka jî ragihandibû ku, Îran di bin navê hevkarî kirina zirardîtiyên erdhejan de çek û cebelxane bo Sûriyeyê şandiye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.