Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Qubad Talebanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê tîma wezarî ya YNK di nava kabîneya 9an û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî kir.
Di rewşeke erênî de me giftûgo derbarê kêşeyên darayî û îdarî yên berdem hikûmeta herêma Kurdistanê kir û her du alî hemfikir bûn li ser çareser kirina tevahiya kêşeyan bi rêya diyalogê û hevkariya navbera tevahiya tîmên wezarî.
Herwiha me tekez li ser parastina tebayî û yekrêziya navxweyî kir bo parastina berejwendiyên nîştimanî û mafên destûrî yên welatiyên Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin