Amerîka: Îran çek şandiye Sûriyeyê

dibêje Îran daxwaz kiriye bi wan çekan êrîşî hêzên Amerîkî bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje di bin navê hevkariyên însanî de Îran çek bo Sûriyeyê şandiye.

Rojnameya Washington post ya Amerîkî li ser zarê rayedarên îstîxbaratî yên Amerîka û Îsraîlê belav kir ku, rejîma Îranê berdewame li ser şandina çek û cebelxaneyan bo rejîma Sûriye û komên çekdar yên Îranî yên li Sûriyeyê.

Rojnameya nav hatî nivîsandiye; Rayedarên îstîxbaratî yên Îsraîlî û Amerîkî belge di destê wan de hene ku, Îran di wan demên dawî de di bin navê gehandina hevkariyên însanî bo zirardîtiyên erdhejê li Sûriyeyê çek û cebelxane şandiye Sûriyeyê û radestî rejîmê û komên çekdar yên ser bi Îranê kiriye.

jêderê diyar kiriye ku, Îran hem ji rejîma Sûrî û him jî ji komên çekdar daxwaz kiriye daku, bi wan çekan êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê bikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.