Heta du salên din ev projeya han bi dawî dibe.
Birêveberê giştî yê xeta şemendeferê yê Îranê Mîad Salihî ragihandiye ku, beriya niha Îran û Îraq li ser vekirina xeteke şemendeferê ji Şelemçe bo Besreyê lihev kirine û bo vê yekê jî rêkeftin îmze kirine.
Mîad Salihî diyar kiriye ku, niha gelek karên vê xeta han hatine cîhbicîhkirin û eger hikûmeta Îraqê pêbendî berpirsiyartiyên xwe yên ku, di nava rêkeftinê de hatine diyarkirin, be vê di nava salek û 6 me heta 2 salan de ev projeya han bi dawî dibe û Besre û Şelemçe bihevre têne girêdan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin