Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê civiyan

Brîtanya û Kurdistan têkiliyên xwe baştir dikin.
کوردستان TV
100%


Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Mark Bryson Richardson kir.

Di civînê de ku, Konsulusa Brîtanyayê li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bû, Serok Barzanî jiber tac li ser kirina Şah Charlesê sêyem pîrozbayî li gel Brîtanyayê kir.

Di beşeke din ya vê civînê de rewşa siyasiya Îraqê, têkiliyên navbera her du hikûmetên herêma Kurdistanê û federalî yên li gel Brîtanyayê hate kirin û tekez li serbaştir kirina wan têkiliyan hate kirin.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê de jî hate kirin û tekez li ser pêdiviya hilbijartinên Kuridstanê di dema diyar kirî de hate kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.