Serokwezîr û balyozê Brîtanyayê civiyan.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Mark Bryson Richardson kir.
Di civînê de ku, Konsulusa Brîtanyayê li Hewlêrê Rosie Cave jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî kir.
Me balkêşande ser vê yekê ku, piştî îmze kirina rêkeftina taybet bi petrolê, herêma Kurdistanê tevahiya erk û pêbendiyên xwe cîhbicîh kiriye û li bende hikûmeta federalî jî erk û berpirsiyartiyên xwe li hember herêma Kurdistanê cîhbicîh bike.
Balyozê Brîtanyayê piştîvaniya welatê xwe bo çareser kirina kêşeyên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de li ser esasê destûrê û rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.
Derbarê rewşa herêma Kurdistanê de jî her du alî hemfikir bûn li ser girîngiya lidar xistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarîkirî ya îsal de.
Mijareke din ya civîna me taybet bû bi, girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û her du em her du alî piştîvaniya xwe bo parastina tevahiya mafên Êzidiyan û pere pêdana çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin