Serokê herêmê û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa têkiliyên Brîtanyayê li gel Kurdistan û Îraqê jî kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa hilbijartinên Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson Richardson kir.

Di civînê de her du aliyan derbarê rewşa giştî ya Îraqê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, rewşa Şingalê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de giftûgo kirin.

Her di heman civînê de her du aliyan pêşveçûnên navbera Hewlêr û Bexdayê bi erênî wesif kirin û li ser çareser kirina kêşeyên siyasî yên navxweyiya herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî di dema diyarkirî de hemfikir bûn.

Derbarê rewşa Şingalê de jî Serokê herêmê û balyozê Brîtanyayê tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û normal kirna rewşa vê deverê kirin.

Têkiliyên Brîtanyayê yên li gel Hewlêr û Bexdayê û çand mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş rojevên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.