Îran: Lazime Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve

dibêje yekem gava çareseriyê vekêşîna Tirkiyeyê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje çareseriya Sûriyeyê bi vekêşîna Tirkiyeyê destpê dike.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku, di rojên derbasbûyî de serdana Sûriyeyê kiribû, piştî vegera xwe ya bo Tehranê derbarê Sûriyeyê de daxuyanî da.

Îbrahîm Reîsî di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku, lazime Tirkiye û hêzên ser bi Tirkiyeyê bi temamî ji Sûriyeyê vekêşin jiber ku, heta Tirkiye û hêzên ser bi Tirkiyeyê li Sûriyeyê hebin, çareser kirina kêşeya Sûriyeyê mimkun nabe.

Reîsî diyar kiriye ku, gava yekem ya çareseriyê li Sûriyeyê vekêşîna Tirkiyeyê ye û pêwîst hêzên rejîma Sûriyeyê ev cîhên ku, Tirkiye ji wan vedikêşe bixin kontrola xwe.

Nav hatî herwiha behsa vekêşîna Amerîkayê jî kiriye û gotiye Amerîka planên xwe bo Sûriyeyê hene lê berxwedana xelkê Sûriyeyê planên Amerîkayê pûç kiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.