Li gel Parêzgerê dosyeya genocide gelê Kurdistanê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parêzerê doseya genocide kirina gelê Kurdistanê li dadgeha navnetewî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Parêzerê Amerîkî birêz Gavriel Maironi kir ku, Parêzerekî navnetewiye ya taybet bi qurbaniyên genocida gelê Kurdistanê ye.
Gavriel Maironi bi awayeke kurt behsa kar û hewldanên xwe yên derbarê nuneratî kirina hezaran qurbaniyên tavanên genocide li dadgeha tavanên navnetewî kir ku, di nava wan de jî qurbaniyên enfal, kîmiyabaran kirina Kurdistanê û komkujiya Êzidiyan ji aliyê terorîstên DIŞIê ve jî heye û çend sale li ser ev dosyeyên han dixebite.
Me stayîşa hewlên birêz Gavriel Maironi da û balkêşande ser vê yekê ku, gelê Kuridstanê rastî çend tavanên komkujiyê hatiye lewre lazime civaka navnetewî jî ev tavanên han weke genocide nas bike û bi awayeke şayîste jî ji aliyê hikûmeta Îraq û tevahiya ev kompanî û aliyên ku, hevkar û alîkarê wan tavanan bûne were qerebûkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin