Îro li girtîgeha Tehranê biryara îdamkirinê ketiye meriyetê.
Li gor çapemeniya fermî ya Îranê cezaya darve kirinê ya Serokê partiya Nizal Hebîn Fereculah Çeib yê bernas bi Hebîb Esîod hatiye cîhbicîhkirin.
Dadgeha rejîma Îranê bi hinceta terorê û hewldan bo hilweşandina rejîma Îranê cezayê îdam kirinê daye wî û îro li girtîgeha Terhranê ev cezaya han hatiye cîhbicîhkirin.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, partiya Nizal li Îranê çend kiriyarên terorîstî lidar xistiye û hewl bo hilweşandina rejîma Îranê û veqetandina Xûzistanê ( Sîstan û Belûçistan) ji Îranê daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin