Şandeke Almanî serdana Kurdistanê dike

Almanya û Kurdistanê têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Almanyayê civiya.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Almanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziyan balyozê Almanyayê yê li Îraqê birêz Martin Yeager kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me spasiya balyozê Almanyayê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de kar bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îraqê li gel Almanyayê kiriye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jî re xwest.

Balyozê Almanyayê jî spasî û rêzdariya xwe ya li hember karasanî û hemahengiyên aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balyozxane û Konsulusxaneya Almanyayê diyar kir.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên dostaneyên di navbera herêma Kurdistan û Almanyayê de bi taybetî di ware hêlbirîn û bazirganî de kir û bo vê mebestê jî biryare di vê mehê de şandeke mezin ya bazirganî û xwedankar û Hêlbirêner ya Almanî serdana herêma Kurdistanê bike.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.