Ev bûyer li devera Rizgarî ya li Xurmatû çê bûye.
Li gor zaniyariyên berdest îro li devera Rizgarî ya ser bi Xurmatûyê komeke çekdarên heşda şebî êrîşî ser hijmareke Cotkarên Kurd kirine.
Ev çekdarên heşda şebî bi darê zorê û zora çek dest danîne ser zêdetir ji 20 donim erd û zeviyên Cotkarên Kurd.
Weke tê zanîn ev demêke ku, hem Erebên hawirde û him jî komên çekdar yên ser bi heşda şebî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hewl bo dagîr kirina erd û zeviyên Cotkarên Kurd didin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin