Dibêje bi ava kirina bendavan kêşeyên mezin bo Îraqê çê kiriye.
Nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeannine Plaschardt di gotareke xwe de yaku di civîna taybet bi Îraqê de pêşkêş kir ragihand ku, rejîma siyasî ya li Îraqê nayê guhertin û dewlet û hikûmeta Îraqê jî berdewamin li ser reformên girîng û cidî.
Jeannine Plaschardt derbarê jîngeha Îraqê û kêşeya kêm avî de jî diyar kir ku, Tirkiye zirarên gelek mezin dane jîngeh û hawîrdora Îraqê û bi ava kirina bendavan Tirkiye jîngeha Îraqê wêran kiriye.
Nav hatî ev yek diyar kiriye ku, rewşa ewlekariya Îraqê gelek başe û ev yek jî bûye sedema çê bûna derfetên baş bo sermayegozariya biyanî li Îraqê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin