Di demeke nêz de rêkeftin tê îmzekirin.
Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û wezîrê petrolê Heyan Ebdulxenî ragihand ku, hikûmeta Îraqê hewldanên xwe yên bo destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanî didomîne û di demeke nêz de petrola Kurdistanê dîsa tê henardekirin.
Heyan Ebdulxenî eşkere kiriye ku, niha hikûmeta Îraqê mişxûlî îmze kirina kompaniyên henardekar û bibazar kirina petrola Kurdistanê ye û di demeke nêz de ev rêkeftina han tê îmzekirin.
Nav hatî eşkere kiriye ku, kompaniya Botaş ya Tirkî jî niha mişxûlî nûjen kirina boriya petrolê ye ku, li deverên erdhej lêdayî rastî zirarê hatiye û di demeke nêz de karê nûjen kirinê jî bi dawî dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin