Serokê herêmê û wezîrê berevanî yê Îtaliyayê civiyan

piştîvaniyên Îtaliyayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa giştî ya Îraq û Kurdistanê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îtaliyayê Guido Crosetto kir.

Di civînê de giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên Îtaliyayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, serdana Serokê herêmê bo Îtaliyayê, rewşa siyasî ya Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rola Îtaliyayê di nava hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya rol û piştîvaniyên leşkerî yên Îtaliyayê bo Îraq û herêma Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de kir û xwesteke herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Îtaliyayê diyar kir bi taybetî zêdetir kirina hevkarî û hevbeşiya di warê ewlekarî de.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya rola hêzên Îtalî yên li herêma Kurdistanê bo perwerde kirina hêzên pêşmerge jî kir.

Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Îtaliyayê jî rixmî diyarî kirina dom kirina piştîvaniyên leşkerî yên Îtaliyayê bo Îraq û herêma Kurdistanê, rêzdariya welatê xwe bo rola Kurdistanê ya bo têk birina DIŞIê diyar kir û ragihand ku, Îtaliya girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê dide û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê bo cîhanê û deverê jî gelek girînge.

Çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş, bandora şerê Ukrayna, pêşhatên li deverê mijarên din yên vê civîna han bûn ku, têda balyozê Îtaliyayê yê li Bexda û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê jî têde beşdar  bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.