Dibêje neçarin beşek ji axa welat bifiroşin.
Serokê beşê bîmeya civaka ( sosiyal sîgorta) li wezareta kar ya Îranê Secad Padam ji rojnameya Nevaya Îqtîsad ya Îranê ra ragihandiye ku, hikûmet nikare mûçeya karmendên xwe dabîn bike.
Secad Padam diyar kiriye ku, hikûmet jiber giranî û qirîza darayî rastî kêşeyên gelek mezin hatiye û nikare pereyên karmendan bi taybetî yên teqawîd bide.
Padam eşkere kiriye ku, em neçarin bo dabîn kirina mûçeya teqawîdan beşek ji axa Îranê bi taybetî, girava Kîş, Qişim û Xûzistanê bifiroşin.
Nav hatî diyar kiriye ku, tevahiya projeyên avedan kirinê jiber nebûna pereyan hatine rawestandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin