Serok Barzanî: Kurên Feyilî beşeke resen ji gelê Kurdin

gelê Kurdistanê tavanên rejîmê Besê bi ti awayî jibîr nake.
کوردستان TV
100%

Komkujiya Feyiliyan beşeke ji tawanên hovane ya dijî gelê Kurdistanê.

Serok  Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî li konferansa navnetewî ya zanistî ya bi genocide nasîna komkujiya Feyiliyan kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Serok Barzanî ragihand ku, Kurdên Feyilî beşeke resen ji gelê Kurdistanê ne û jiber Kurdbûna xwe rastî zilim û stemeke gelek mezin û tavanên hovane hatine.

Jiber Kurdbûnê rejîma Besê gelek zordaî li wan kiriye, dest daniye ser mal û milkên wan û gelek ji wan jî bi zindîtî binax kiriye û beşeke din jî bi darê zorê bo deverên din veguhastiye û çend caran jî bi çekên kîmiyayî êrîşî ser Kurdên Feyilî kiriye.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku, gelê Kurdistanê bi ti awayî tavanên rejîma Besê ji bîr nake û komkujiya Feyiliyan beşeke ji zincîre tavanên hovane ya dijî gelê Kurdistanê, lê Feyilî bi awayeke qehreman berevanî ji maf û nasnameya xwe ya netewî kirin û serê xwe li hember rejîmê netewandin.

Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de eşkere kir ku, tenê gotin têrê nakin lewre lazime gavên pêwîst werin avêtin bo ku, di pêşerojê de ev tavanên han neyên dubarekirin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, navendek bo şopandina tevahiya karûbarên Kurdên Feyilî hatiye vekirin û ev navenda han vê şopênerê karûbarên pêwîst yên Kurdên Feyilî bin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.