Zaniyariyên berê yên derbarê Marsê de vê watene

dibêje li Marsê av heye.
کوردستان TV
100%

Li Marsê av heye û befr jî bariye.

Oduya Çînê ya li Marsê Zhurong dêmenên nû derbarê rewşa hawîrdorê ya li Marsê bo navenda xwe ya li ser erdê şandiye.

Pispor jî lêkolîn li ser wan dêmenan kirine û tiştên nû derbarê Marsê de eşkere kirine.

Pisporên Çînî qala vê yekê kirine ku, li gor analîzên morfolojîkî ya erda ku, Zhurong li ser danîştiye, derketiye ku, li Marsê av heye.

Herwiha li gor encamên lêkolînên han yên ku, ji aliyê govara Science Advances hatine weşandin, beriya 400 salan li Marsê berf bariye û qeşayeke mezin jî çê bûye.

Li gor raportan beriya 1 miliyon 400 sal heta 400 hezar sal beriya niha li ser girên lim ( qum) yên li Marsê jiber xêya heyî, berf hatiye helandin û nemaye û niha li Marsê egera derxistina ava normal lê ya bixê heye.

Nûçe Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.