Îsraîl êrîşî ser vê balefirgehê kiriye kuştî û birîndar jî hene.
Çapemeniya Sûriyeyê belav kiriye ku, îşev careke din balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser balefirgeha navnetewî ya Helebê kirine.
Li gor çapemeniya Sûrî di encama êrîşa han de dîsa balefirgeha Helebê ji kar ketiye û gelek kes jî hatine kuştin û birîndarkirin.
Heta niha derbarê vê êrîşê de Îsraîl ti daxuyanî nedaye û Sûriye jî dibêje leşkerekî me hatiye kuştin.
Weke tê zanîn ev cara sêyeme ku, Îsraîl êrîşî ser balefirgeha Helebê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin