Wezîrê derve yê Tirkiyeyê telefûna wezîrê derve yê Urdinê kiriye.
Duhê bişev piştî seatek ji dawî bûna civîna pênc alî ya navbera Îraq, Urdin, Sûriye, Siûdiye û Misirê ya derbarê Sûriyeyê de, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû telefûna wezîrê derve yê Urdinê kiriye.
Di peywendiya han ya telefûnî de wezîrê derve yê Tirkiyeyê daxwaza zaniyariyan derbarê naveroka civînê de kiriye lê wezîrê derve yê Urdinê zaniyarî nedaye.
Fikarên Tirkiyeyê hene ku, ev civîna pênc alî bibe sedem daku, civîna çar alî ya di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsyeyê de, negehêje encamê û Sûriye vegere nava Komkara Erebî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin