Fûad Husên: Lazime welatên Erebî hevkariya Sûriyeyê bikin

dibêje lazime Sûriye vegere nava Komkara Erebî.
کوردستان TV
100%

Di civîna Emanê de gotarek pêşkêş kiriye.

Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên di çarçoveya amadebûna xwe ya di civîna pênc alî ya li Emanê ya taybet bi Sûriyeyê de gotarek pêşkêş kir û daxwaz ji welatên Erebî kir daku, bo dabîn kirina aştî û aramiyê piştîvaniya Sûriyeyê bikin.

Husên eşkere kiriye ku, ev baş dizanin ku, ji teror û lawaziya dewletê metirsîdartir tiştek tuneye lewre Îraq her cure hevkariyek bo dabîn kirina aramî û ewlekariya welatên din yên cîran pêşkêş dike û dixwaze dever aram be.

Husên tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, bo dabîn kirina aramî, aştî û pêşkeftin û vejandinê Îraq hevkariya Sûriyeyê dike û lazime civaka Erebî jî di vê warî de hevkariya Sûriyeyê bike.

Di civîna pênc alî de yaku, Sûriye, Siûdiye, Îraq, Misir û Urdin beşdarin giftûgo li ser vegerandina Sûriyeyê bo nava Komkara Erebî hatiye kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.