Ev karwana han ya leşkerî duhê gehêştiye Hesekê.
Li gor nûçeyeke Riwangeha mafên mirovan ya Sûriyeyê, duhê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ya bi Serokatiya Amerîkayê, hêzeke din yê zêde şandiye Rojavayê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ev karwana han ya leşkerî yaku, ji hijmareke zêde tiribîl, leşker û amûrên leşkerî pêk hatiye, duhê danê êwarê gehêştiye navenda hevpeymaniya cîhanî ya li Hesekê.
Hate zanîn ku, karwana han bi rêya deriya sînorî ya Welîd hatiye şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin