Serokkomarê Îranê serdana Îraqê dike

Îraq û Îran dixwazin rûpeleke nû di navbera xwe de vekin.
کوردستان TV
100%

Beriya du rojan jî Serokkomarê Îraqê li Îranê bû.

Li gor nûçeyeke ajansa îsnaya Îranî, Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd di çarçoveya serdana xwe ya bo Tehranê de, bi fermî daxwaz ji Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye daku, serdana Îraqê bike û Îbrahîm Reîsî jî ev daxwaza han pejrandiye û gotiye di demeke nêz de vê serdana Îraqê bike.

Heta niha dema serdana Reîsî bo Îraqê nehatiye diyarkirin.

Weke tê zanîn beriya du rojan Serokkomarê Îraqê serdana Îranê kiribû û li gel rayedarên Îranê behsa têkiliyên navbera Îraq û Îranê û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han kiribû û her du alî tekez li ser vê yekê kiribûn ku, dixwazin rûpeleke nû di navbera xwe de vekin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.