Rûsye mûşekên Îranî bikar tîne

dibêje Ukrayna bo êrîşên berfire xwe amade dike.
کوردستان TV
100%

Beriya niha jî Rûsye dronên Îranî bikar dianî.

Wezareta berevanî ya Ukraynayê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku, ev demêke ku, Rûsye dest bi bikaranîna mûşekên Îranî li dijî tankên Ukraynî kiriye.

Wezareta berevanî ya Ukraynayê diyar kiriye ku, ev mûşekên antî tank yên ku, ji aliyê Rûsyeyê ve têne bikaranîn, mûşekên Îranîne û ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin û bo Rûsyeyê hatine şandin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de wezareta berevanî ya Ukraynayê daye zanîn ku, belge di destê wan de hene ku, Îran piştî şandina dronan bo Rûsyeyê, vê carê jî dest bi şandina mûşekên antî tank bo Rûsyeyê kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, eger hevkariyên hevpeymanên Rojawayî di demê xwe de bigehêjin destê artêşa Ukraynayê vê Ukrayna dest bi êrîşên berfire bo ser artêşa Rûsyeyê bike.

Weke tê zanîn şerê navbera Rûsye û Ukraynayê ji Sibata 2022an ve destpê kiriye û heta îro berdewame.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.