Xamneyî: Nabe Amerîkî li Îraqê bimînin

Xamneyî dibêje lazime rêkeftinên îmzekirî werin cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Duhê li gel Serokkomarê Îraqê civiyaye.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îranê de, duhê bişev Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd li gel Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî civiya.

Di civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Îran û Îraqê, rewşa giştî ya deverê kirin.

Xamneyî tekez li ser vê yekê kiriye ku, Îran gelek girîngî dide Îraqê, lewre pêşkeftin û aramiya Îraqê bo Îranê gelek girînge û cîhbicîh kirina rêkeftinên îmzekirî di navbera her du aliyan de vê sûdeke gelek baş bigehîne her du welatan.

Xamneyê di heman civînê de tekez li ser vê yekê kiriye ku, mayîna Amerîkiyan zirarê dide Îraqê lewre lazime Amerîkî li Îraqê nemînin, jiber ku, Amerîka ne dostê Îraqê ye û hebûna Amerîkiyekî li Îraqê zêdeye.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.