Komîsariyaya mafên mirovan rexne li Tirkiyeyê dike

dibêje Tirkiye tundûtîjî dijî welatî û awareyên Sûrî bikar tîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje bêyî ti hincetek welatiyên Sûrî ji aliyê hêzên Tirkî ve têne kuştin.

Komîsariyaya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî derbarê rewşa welatî û awareyên sûrî yên li ser sînorê Tirkiyeyê de balav kiriye.

Di raporta han de Komîsariyaya mafên mirovan bi tundî rexne li Tirkiye û hêzên leşkerî û ewlekarî yên Tirkiyeyê kiriye û nivîsandiye; Hêzên leşkerî û ewlekarî yên Tirkiyeyê li ser sînorên navbera Tirkiye û Sûriyeyê zilmê li welatî û awareyên Sûrî dikin, li hember wan tundûtîjî bikar tînin û bêyî ti hincetek êrîşî ser wan dikin û wan dikujin.

Heta niha Tirkiye di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.