Kurdên Rojavayê daxwaza hevkariyê ji hikûmeta Kurdistanê dikin

hikûmet û DXB jî dest bi liv û tevgerên pêwîst kirine.
کوردستان TV
100%

Jiber rewşa aloz ya Sûdanê daxwaza hevkariyê dikin.

Hijmareke zêde ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê ne û jiber têk çûna rewşa Sûdanê û pevçûnên heyî yên li vê welatî, di rewşeke dijwar dene.

Di vê çarçoveyê de Kurdên Rojavayê yên li Sûdanê, hawara xwe gehandine hikûmeta herêma Kurdistanê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî û daxwaza hevkariyê ji wan dikin.

Ji aliyê xwe ve jî hikûmeta herêma Kurdistanê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî dest bi liv û tevgerên pêwîst bo hawar çûna wan Kurdan kirine.

Tê gotin ku, nêzî 200 malbetên Kurd ji Efrîn, Girê Spî û Serê Kanî dema şer û pevçûnan berê xwe dane Sûdanê û niha li vê welatî dijîn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.