Serokwezîrê Holendayê nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê şandiye.
Serokwezîrê Holendayê Mark Rotte nameyek bo Serokwezîrê Kurdistanê şandiye û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di vê derbarê de li ser hesabê xwe wisa belav kiriye;
Nameyek ji Serokwezîrê Holendayê birêz Mark Rotte gehêşte me.
Serokwezîrê Holendayê di nameya xwe de behsa vê yekê kiriye ku, têkiliyeke bihêz di navbera Holenda û herêma Kurdistanê de heye bi taybetî di warê pere pêdana kerta çandiniyê de.
Serokwezîrê Holendayê tekez li ser vê yekê dike ku, welatê wî piştîvaniya geşe pêdana kerta çandiniyê li herêma Kurdistanê de dike ku, beşeke ji karnameya kabîneya 9an ya bo pir cure kirina abûriyê.
Herwiha di berdewamiya nameyê de behsa vê yekê dike ku, çend derfet hene bo pere pêdana têkiliyan di navbera her du aliyan de bi taybetî di warê bazirganî û fêde wergirtin ji pisportiya pisporan û beşdarî kirin di devre û bernameyên perwerdehiyê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin