Mark Milley dîsa çû Rojava

tê gotin ku, derbarê petrolê de jî rêkeftineke girîng îmze kirine.
کوردستان TV
100%

Gelek amûrên leşkerî yên esmanî daye HSD.

Li gor zaniyariyên ku, ji çavkaniyên nêzî HSD hatine bidestxistin, Serokerkanê giştî yê artêşa Amerîkayê Mark Milley di rojên derbasbûyî de bo cara duyem serdana Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê kiriye.

Jêder qala vê yekê kirine ku, Mark Milley di vê serdana xwe de li gel rayedarên HSD çend civîn û hevdîtin pêk aniye û rêkeftinek derbarê petrolê de li gel wan îmze kiriye.

Herwiha jêderên hayedar yên nêzî HSDê jî diyar kirine ku, di vê serdana han de Mark Milley gelek amûrên berevaniya esmanî û leşkerî radestî hêzên HSD kiriye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.