Vê giftûgo li ser dema civîna çar alî bike.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû ji çapemeniya welatê xwe re ragihandiye ku, biryare di destpêka meha gulanê de civîna çar alî ya di navbera Serokkomarê Îranê, Serokê Sûriye, Serokkomarê Tirkiye û Rûsyeyê were lidarxistin.
Çawişoglû herwiha behsa vê yekê kiriye ku, hîn jî biryara dawî li ser dema vê civînê nehatiye dayîn lê hewldan bo vê yekê berdewamin û biryare di wan rojan de Serokkomarê Îranê serdana Sûriyeyê bike û di civînê de giftûgo li ser diyar kirina dema civîna çar alî bikin.
Ji aliyeke din ve her îro li Rûsyeyê civîneke din ya çar alî di navbera îstîxbarat û wezîrên berevanî yên Îran, Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê de tê lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin