Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurd ji balefiran bihêztire

di vê bordimana han de gelek xwendekarên zanîngehê û xelkê medenî şehîd bûne.
کوردستان TV
100%

Derbarê bordiman kirina Qeladizê û zanîngeha Silêmanî de twittek belav kiriye.

Îro Serok Barzanî di bîranîna salvegera bordiman kirina bajarê Qeladizê û zanîngeha Silêmanî yaku, vê demê li Qeladizê bûye, ji aliyê rejîma Bes ya Îraqê ve, twittek belav kir.

Serok Barzanî nivîsandiye; Di salvegera bordiman kirina Qeladizê û zanîngeha Silêmanî di roja 24/4/1974an de ji aliyê rejîma Besê ve, silav bo rihê paqêj yê şehîdên vê karesata han û şehîdên Kurdistanê dinirêm, ev karesata han zilmeke din ya mezin û rûpeleke din ya reş ya hovîtiya rejîma Besê bû li hember gelê Kurdistanê, lê îradeya gelê Kurdistanê ji balefir û bombeyên napalim bihêztir bû, û di dawî de îradeya gelê Kurdistanê biser zilim û dagîrkerî de serket.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.