Îstîxbarat û wezîrên berevanî di civînê de beşdar dibin.
Biryare sibê li Rûsyeyê civîneke din ya çar alî ya taybet bi rewşa Sûriyeyê û normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyeyê were lidarxistin.
Civîn di navbera Serokên îstîxbaratên wan çar welatan û wezîrên berevanî yên Îran, Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê de dibe.
Beriya niha jî wezîrên berevanî yên Rûsye, Sûriye û Tirkiyeyê civiya bûn û biryar bû wezîrên derve jî bicivin lê ev civîna han heta niha nehatiye lidarxistin.
Tê payîn di civîna sibê de rixmî giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, awareyên Sûrî û normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê, çend mijarên din jî bi taybetî weke amadekariyên civîna navbera Erdogan û Esed jî werin nirxandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin