Wezîrên derve yên Îran û Îraqê bihevrepeyvîn.
Li gor daxuyaniyeke wezareta derve ya Îraqê, duhê wezîrê derve yê vê welatî Fûad Husên telefûnê hempîşeyê xwe yê Îranî Emîr Ebdulahiyan kiriye.
Di peywendiya han ya telefûnî de giftûgo li ser têkiliyên navbera Îraq û Îranê û çawetiya berfiretir û bihêztir kirina wan têkiliyan hatiye kirin û wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ragihandiye ku, di demeke nêz de vê Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd serdana Tehranê bike û li gel rayedarên Îranê bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin