Wezareta berevanî ya vê welatî biryara vekêşînê daye.
Li gor çapemeniya cîhanî wezareta berevanî ya Danîmarkayê ragihandiye ku, dawî bi erkên hêzên xwe yên di nava hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de aniye.
Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Danîmarkayê de hatiye diyarkirin ku, biryar hatiye dayîn daku, tevahiya leşker û Şêwirmendên leşkerî yên Danîmarkayê yên li Îraq û Sûriyeyê de yên ku, di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de heta niha xebitîne, werin vekêşandin.
Weke tê zanîn hêzên Danîmarkî ji 2014an ve heta niha li Îraq û Sûriyeyê dijî DIŞIê çalakin û gelek leşkerên Îraqî jî perwerde kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin