Duhê Erebên hawirde êrîşî ser vê gundê kiribûn û Serokwezîr jî daxuyaniyek dabû.
Duhê di yekem roja cejna Remezanê de bi hevkariya çekdarên heşda şebî û li ber çavê artêşa Îraqê komeke 400 kesî ji Erebên hawirde êrîşî ser şêniyên gundê Pilekane ya li Rojavayê Kerkûkê kirin û xwestin ev gunda Kurdistanî dagîr bikin lê şêniyên gundê bersifa wan dan û êrîş pûç kirin.
Şeva derbasbûyî jî artêşa Îraqê gundê nav hatî dorpêç kir û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî daxuyaniyek da û ev êrîş mehkûm kir û bi hewldanek weke têk birina rewşa baş ya di navbera Bexda û Hewlêrê de bilêv kir.
Îro li ser fermana rayedarên Kurdistanê hêzên pêşmerge bo devera Sergeran û gundê Pilekane hatin şandin û li vê gundê bicîh bûn û Erebên hawirde jî ku, duhê dixwestên gundê dagîr bikin ji deverê reviyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin