Serokwezîr bo salvegera rojnamegeriya Kurdî peyamek pêşkêş kir.
Îro 22ê Nîsanê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo salvegera rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;
Bi boneya roja Rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hijmara rojanameya Kurdistanê ji aliyê rewanşad Mîr Mêqdad Bedirxane ve û salvegera damezrandina sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Rojnamegeran û mediyakarên Kurdistanê dikim û hêviya pêşkeftina berdewam bo wan dixwazim.
Bizava rojnamegerî û azadiya ragihandinê li herêma Kurdistanê de bo pêşde birin û geşe pêdanê berdewame û hikûmeta herêma Kurdistanê jî berdewam dibe li ser piştîvanî kirin ji azadiya ragihandin û afirandina jîngeheke tendirost bo Rojnamegeran daku, bikaribin azadane di çarçoveya qanûnên berkar û etîka karê rojnamegerî û pîvanên navnetewî de kar û erkên xwe cîhbicîh bikin.
Hêvî dikim Rojnameger û mediyakarên Kurdistanê kar bo pêşde birin û parastina aştiya civakî û çanda bihevre jiyana pêkhateyên olî û etnîkî û girîngîdan bi pirsên nîştimanî û berevanî kirin ji ezmûna herêma Kurdistanê weke qewareyeke destûrî û cîhê hêviya tevahiya Kurdistaniyanin.
Hêvî dikim armanca sereke ya mediyakarên Kurdistanê, gehandina rastî, zaniyariyê bawermend, hevseng, xizmet kirina xelk û welatiyên Kurdistanê û berevanî kirin be ji mafên xelkê Kurdistanê. Dezgehên ragihandinê nabe bibin navendek bo belav kirina hizira radîkal û handana tundûtîjî û sivêkatî kirin bi xelk, buha û sembolên netewî û nîştimanî.
Di vê bîranîna han de bi rêzdarî ve tevahiya wan Rojnameger, Nivîskar û Rewşenbîrên Kurdistanê bibîr tînin ku, hizir û berhemên wan, xizmeteke gelek zêde pêşkêşî ziman, rewşenbîriya Kurdî û doza reva ya gelê Kurdistanê kiriye û canê xwe jî di vê warî de feda kirine.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
22ê Nîsana 2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin