Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi minasebeta hatina cejna Remezanê, gerimtirîn pîrozbayî li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, bi taybetî li malbet û kesûkarên serfiraz yên şehîdan dikim û hêvî dikim cejna xêr û xweşî û aramî be, şadî û asûdeyî li gel xwe bîne.
Bila tevahiya me li ser asta kesî, li gel xwe û derdorê xwe cejn û wateyên cejnê bikin derfetek bi bi xwede çûnê, başe,lêbûrîn û gerden azadiya hevûdû, herwiha rûpeleke nû ya rêz ji hevgirtin, xweşewîstî û aştî vekin.
Li ser asta siyasî jî hêz û aliyên siyasî li herêma Kurdistan û Îraqê cejnê bikin destpêkeke nû bo yekrêzî û karên hevbeş û kêşe û aloziyan çareser bikin. Tevahiya me bihevre kar bikin bo misoger kirina niha û pêşerojeke baştir bo gel û welatê xwe.
Cejna tevahiya aliyan pîroz be, her sal bi xweşî be
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin