Li gundê Hêrt û Şêxzadan artêşa Tirkiyeyê rê neda şênî biçin çiyayan.
Çavkaniyek ji gundê Hêrtê ragihand ku, îro artêşa Tirkiyeyê ku, bo cara ewil li wan deveran bicîh bûye, rê neda hijmareke zêde ji şêniyên wan deveran daku, bi mebesta kom kirina giya û berhemên bûharî biçin çiyayên deverê.
Ev çavkanî diyar kiriye ku, ev cara ewile artêşa Tirkiyeyê biçe wan deveran û hîn jî li wan deveran maye û rê nade şêniyên deverê di demsala buharê de bi mebesta kom kirina berhemên buharî biçin çiyayê deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin