Karî wî plan danîn bo êrîşên li cîhanê bûye.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê îro sêşem belav kir ku, hêzên wan li Sûriye li gel hevpeymanên xwe operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê li darxistine.
Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê ( CENTCOM) de hatiye diyarkirin ku, di encama operasiyona han de berpirsê giştî yê planên êrîşên terorîstî yên DIŞIê li cîhanê Abdulhadî Mehmûd Hacî Elî hatiye kuştin û li gel wî jî du endamên din yên DIŞIê hebûne ku, ev jî hatine kuştin.
weke tê zanîn beriya çend rojan Amerîka û HSD li Dêra Zorê berpirsekî din yê DIŞIê kuştibûn û beriya du rojan jî HSD berpirsekî din yê DIŞIê binçav kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin