NY: Li Sûdanê 180 kes hatine kuştin

di nava kuştiyan de gelek welatiyên medenî jî hene.
کوردستان TV
100%

Ev çar roje li vê welatî pevçûn berdewamin.

Pevçûna navbera artêşa û hêzên berisifdayîna bilez ya Sûdanê ev 4 roje didome û Netewên Yekgirtî jî li ser vê mijarê daxuyanî daye.

Di daxuyaniya Netewên Yekgirtî de hatiye gotin ku, di nava 4 rojên derbasbûyî de jiber pevçûnan herî kêm 180 kes ku, gelek ji wan welatiyên medenîne hatine kuştin.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de daxwaz ji her du aliyan hatiye kirin ku, dev ji pevçûnê û bikar anîna hêzên berdin û bi rêya diyalogê kêşeyên xwe çareser bikin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.